Cihê malbata Baba Xatûnê
Baba Xatûn ji nava binemalek navdar û bibandor a dîrokî hatiye dinê.
Ew keça serkirde û siyasetmedarê navdar Esededîn Şêrko ye ku li Misrê wezîrê Nûredîn Zenkî û mamê Selahedînê Eyûbî bû.Damezrênerê împartoriya Eyûbî.
Damezrênera dibistana Adliye: Projeyek pêşwext ji bo zanistê
Baba Xatûn dibistana Adliyeya Biçûk a li bajarê Şamê ye damezirandin.
Baba Xatûn bi pêngavek aboriya serbixwe xaniyek, gundek bi temamî û beşek ji çend gundên din ên derdora Helebê kirî.
Di despêka meha remezanê ya sala 1276’an de hat tomarkirin, Baba Xatûn tevayî mal û milkên xwe bi fermî bi dibistanê bexşî.
Rêkxistinek îdarî ya pêşketî û mercên bexşînê
Ew dibistana ku Baba Xatûn bingehê wê danî, bi temamî komelgeheke zanistî bû. Baba Xatûn mercên tûnd ji bo wî cihî danî ku ew cih bibe dibistanek ji bo fêrkirin û zanistê, bibe cihê veşartin, gorên taybet û cihê niştecihbûna xwendekaran.
Ji bo rêvebirina vê navenda zanistî Baba Xatûn mûçe û dahata pêwîst ji bo hejmarek post û pileyên îdarî dabîn kir.
Beşek ji dahata xwe ji bo rêvebirina dibistanê bexşî. Beşek din jî ji bo xizim û kesûkarên xwe bexşî. Vê yekê jî jêhatîbûna îdarî û dadperweriya civakî ya wê ispat kir.
Mîrateya dîrokî û rola jinên Kurd yên Eyûbî
Çavkaniyên dîrokî agahiyên zêde li ser jiyana taybet a Baba Xatûnê nedane.
Mezinahî û kûrahiya karê Baba Xatûnê nîşan dide ku jinên malbata Eyûbiyan e, ne tenê xwedî mal û milk bûn, belê xwediyê bernameyeke hişyariyê bûn ji bo berdewamiya xêrê, belavkirina zanistê û pêşxistina rewşenbîrî, heta piştî mirina xwe jî.
Baba Xatûnê roleke çalak di avakirina toreke berfireh û bibandor de lîst ku dibistanên bajarê Şamê ji bajarekî leşkerî guherand bo navendeke mezin a zanist û bîrkariyê.
Baba Xatûn wekî mînakeke geş a xêrxwaziya jinên Kurd ên serdema Eyûbiyan di dîrokê de zindî maye.