Li gorî agahiyên hatine eşkerekirin, di civînê de endamê mekteba siyasî ya YNK`ê Şêx Ehmed Hemekerîm û Hawrê Şêx Dara jî amade bûn.
Bafil Talabanî di civînê de tekezî li ser wê yekê kir ku mafên gelê Kurd û jiyana aştiyane tenê bi rêya diyalogê dikarin bên misoger kirin.
Her wiha got ku divê Sûriyeke nû li ser bingeha hevbeşiya neteweyî û pirrengiyê were avakirin û YNK`ê piştgiriya vê yekê dike.
Hat destnîşankirin ku hevkariya di navbera herdu aliyan de bê zêdekirin.
Li aliyê din, Mazlûm Ebdî jî bal kişand ser rola girîng ya Bafil Talebanî û behsa hevkariya berdewam a bi wan re kir.