Salek di ser konferansa Yekrêzî û Yekhelwestiya Kurdî ya li rojavayê Kurdistanê re derbas bû.
Konferans di 26`ê Nîsana sala 2025`an de li Qamişloyê hatibû lidarxistin.
Di konferansê de ji Rojava, Bakur, Başûr û deverên din ên Sûriyê, nûnerên partî û hêzên Kurdî û Kurdistanî zêdeyî 400 delgeyan beşdar bûn.
DI KONFERANSÊ DE HEMÛ ALIYÊN SIYASÎ AMADE BÛBÛN
Konferans hatibû lidarxistin, ji bo ku di avakirina Sûriya nû de nêrîneke hevpar di navbera Kurdan de çêbibe, her wiha ji bo ku çareseriya pirsgirêka Kurdî pêk were.
Ji konferansê belgeyeke siyasî ya hevbeş derket holê ku wekî çarçoveyeke giştî ji bo nêrîna yekgirtî ya Kurdan a ji bo siberoja Sûriyê tê hesibandin.
Her wiha di belgeyê de bang hat kirin ku ji bo çareseriyeke dadperwer ji bo pirsgirêka Kurdî di nav dewleteke demokratîk û piralî de, mekanîzmayeke şopandinê were danîn, ji bo pêkanîna encaman bi rêya komîteyeke siyasî ya taybet.
Piştî konferansê, ji bo şopandina pêkanîna xalên ku li ser wan hatiye lihevkirin, komîteyek ji nûnerên hêzên beşdar hat avakirin û erkên komîtyê ev in:
Çavdêriya pêkanîna bendên belgeya siyasî.
Nêzîkkirina nêrîna partiyên Kurdî.
Xebat were kirin ji bo avakirina şandeyeke siyasî ya Kurdî ya yekgirtî.
Vekirina kenalên diyalogê bi aliyên din ên Sûriyê re.
Di sala 2025`an de, komîteyê rêze-civîn û kombûn di navbera partiyên siyasî yên Kurdî de li dar xistin û tev li gotûbêjên li ser mekanîzmayên hevkariyê bû.
Aliyên ku beşdarî konferansê bûn, her tim bal kişandin ser girîngiya parastina "ruhê têgihaştina siyasî" ya ku ji konferansê derket holê.
Endamê Desteya Hevserokatiya PYD`ê Aldar Xelîl têkildarî mijarê postek li ser hesabê xwe belav kir.
Aldar Xelîl diyar kir ku ew ê vê salvegerê veguherînin destpêkeke nû û wiha lê zêde kir:
"Yekrêzî ne vebijêrka duyemîn e, lê belê pêwîstiyeke netewî û exlaqî ye.
Ew rêya herî kurt e ji bo parastina destkeftiyên me û pêkanîna daxwazên gelê me yên ji bo azadî û rûmetê.
Em vê salvegerê veguherînin destpêkeke nû ku em ji dijwariyên heyî re bibin bersiv,
Bi dilsozî bixebitin ji bo avakirina helwesteke yekgirtî û layiqî keda gelê me û dîroka wan."