Meral Daniş Beştaşê piştî hevdîtinê axivî û got:
“Banga Aştî û Civaka Demokratîk ne tenê li Tirkiyeyê, dê li tevahiya Rojhilata Navîn rê li ber guherîneke mezin veke. Girtin ne tenê bi Doza Kumpasê ya Kobanê bisînor in. Bi hezaran siyasetmedar îro ji ber fikrên xwe girtî ne. Em ji bo hemû girtiyên siyasî daxwaza azadî û edaletê dikin.”
Meral Daniş Beştaş peyama FîgenYuksekdag jî ji raye giştî re parve kir. Fîgen Yuksekdag di peyama xwe de wiha dibêje:
"Ji bo gelê me niha dema qezenckirina aştî û demokrasiyê ye. Di vê çarçoveyê de, hemû muxatabên polîtîk berpirsyar in û hewceye vê têkoşînê mezin bikin. Bi hêviya ku em di rojên azad de hev hembêz bikin."