PDK û YNK heta niha li gor gotinên xwe gav neavîtine

Li Başûrê Kurdistanê pirsgirêka neavakirina Hikûmetê berdewam dike Her çendî berpisên YNK û PDK ê bi daxuyaniyên cûda hêviya lihevkirinê û pêkanîna civîna lûtkeyê anîn ziman jî lê heta niha ev yek pêk nehatiye.

reset font size increase font size

Di gel hewldanên berdewam ji bo çareserkirina pirsgirêkên siyasî li Herêmê, nêzîkbûna rasteqîne di navbera YNK û PDK ê de xuya nake, û civîna lûtkeyê ya ku hatibû ragihandin hîn nehatiye kirin. 

Herçend e hefteya borî ,Ali Hussein, berpirsê Mekteba Rêkxistina PDK ê li Silêmanî û Helebçeyê, di salvegera partiya xwe de ragihandibû ku di nav hefteyekê de civîna lûtkeyê dê pêk bê.

Lê zêdetirî hefteyekê derbas bû û heta niha ti civîn pêk nehatiye. 

Di heman demê de, endameki Encûmena Bilind a Pêşmergeyên Dêrîn ên YNKê tekez dike ku divê vê carê dabeşkirina desthilat û postan  tenê li gorî hejmara kursiyên parlamenê be.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye