Aryna Sabalenka şampiyoniya Indian Wells Ya Wta-1000 qezenc kir

Lîstikvana Belarûsî Aryna Sabalenka şampiyoniya Indian Wells ya WTA-1000 tenisê qezenc kir. Di heman demê de jî lîstikvanê Îtalî Jannik Sinnerê li hember Danîîl Medvedev ê Rûsî bi ser ket û şampiyoniya Indian Wells Masters 1000 bi dest xist.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Tûrnûvaya tenîsê ya jinan ya Indian Wells WTA-1000 ku li DYA'yê hate li darxistin, stêrka Belarûsî Aryna Sabalenka Şampiyonî qezenc kir.

 

Di maçek ku du saet û 31 deqeyan berdewam kir de, Aryna Sabalenka ya yekem di rêza cîhanê de Elena Rybakina ya Kazakistanî bi 3 geran 3-6, 6-3 û 7-6 têk bir.

 

Aryna Sabalenka ya 27 salî di sêyemîn fînala xwe de yekem şampiyoniya xwe ya Indian Wells qezenc kir.

 

Fînala Aryna Sabalenka ya herî dawî sala borî bû, ku li hember Mira Andreeva ya Rûsî têk çûbû.

 

 

Jannik Sinner bi têkbirina Danîîl Medvedev bû şampiyon

 

 

Di heman demê de jî di tûrnûvaya mêran de lîstikvanê Îtalî Jannik Sinnerê li hember Daniil Medvedev ê Rûsî bi ser ket û şampiyoniya Indian Wells Masters 1000 bi dest xist.

 

Sinner di fînalê de li hember Danîîl Medvedev bi encamên 7-6 û 7-6 bi ser ket.

 

Jannick Sinner di 10 pêşbirkên xwe yên dawî de li dijî Daniil Medvedev 4'emîn serkeftina xwe ya li pey hev û 9'emîn serkeftin giştî bi dest xist.

 

Her wiha Daniil Medvedev jî 7 caran li hember Jannik Sinner di pêşbirkên yekane yên mêran de bi ser ket.

 

Jannik Sinner ê 24 salî di dîroka pîşeya xwe de yekem sernava Indian Wells Masters 100 xalî bi dest xist ku ev cara yekem e dighêje fînalê.

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye