Li Colemêrgê duh danê êvarê baraneke dijwar barî.
Piştî baranê li Taxa Pehlivanê erd hilweşiya.
Ji ber vê yekê derizandin li dîwar û pêlekanên hin avahiyan çêbûn. Her wiha hin rê jî xerab bûn.
Ji ber xetereya hilweşandina erdê, 6 avahî hatin valakirin.
Gelek niştecih neçar man ku şevê li derve derbas bikin.
Niştecihên taxê nerazîbûna xwe nîşanî binesaziya nebaş da û diyar kir ku rayedaran demeke dirêj tedbîrên pêwîst negirtine.
Ji ber barana zêde ya li bajêr, rayedaran hişyarî da gel, ku li hemberî xeteriya hilweşandina erdê baldar bin.