Çavkaniyeke herêmî ji bajarokê Ruweşd ê Dêrazorê ragihand ku tankerek petrolê û otomobîla veberhênerekî petrolê, dema berê xwe da bajarok da ku petrolê bikirin, ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve hatin armancgirttin.
Li gorî çavkanî diyar dike ku di êrîşê de karkerê sivîl ê ku di otomobîla veberhêner de bû birîndar bû û zirar gihîşt tankerê.
Çeteyên DAIŞ`ê piştî êrîşê ber bi çolistana Sûriyê ve reviyan.
Heman çavkanî destnîşan dike ku veberhêner ji ber redkirina dayîna hezar dolarî zekatê mehane ji bo DAIŞ`ê, gelek caran ji wan gef xwariye.