Vê sibê Xelkê Kahramankazanê ya Enqereyê çavê xwe li ser facî`iyekê vekirin.
Li vê navçeyê qezayeke tirafîkê pêk hat ku otobusek li pira peyayan qelibî.
Di qezayê de 4 kes mirin û 13 jî birîndar bûn
Di encama qezayê de 4 kes mirin û 13 kes jî birîndar bûn.
Otobusa ku şofêrê wê kontrola dîreksiyonê ji dest da, li stûna pira peyayan xist.
Ji ber hêza lêdanê zerereke mezin gihîşte otobusê û amûrên hundirê wê parçe bûn.
Li gorî agahiyên destpêkê, di qezayê de herî kêm 4 kes mirin.
Her wiha hat zanîn ku13 rêwî jî birîndar bûne.
Hate ragihandin ku rewşa tenduristiyê ya hinek ji wan birîndaran giran e û ew li nexweşxaneyan di bin çavdêriya bijîşkan de ne.
Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê Mansur Yavaş bi rêya hesabê xwe yê medyaya civakî li ser qezayê daxuyaniyek belav kir û got:
"Me bi xemgîniyeke mezin bihîst ku li Kahramankazanê ji ber qelibîna otobuseke taybet a li pira peyayan, 4 welatiyên me canê xwe ji dest daye.
Ez ji bo welatiyên me yên mirî rehmê ji Xwedê û ji bo birîndaran jî şîfaya xêrê dixwazim."