QSD: Bi provokasyonê Sûriye ava nabe

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê sloganên dijber û provokatîk ên ku komên çekdar ên wezareta parastinê ya hikumeta veguhêz a Sûriyê berz kirine, şermezar kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

QSD`ê gotinên provokatîf yên ku duh komên çekdar ên wezareta parastinê ya hikumeta veguhêz li dijî QSD û gelê herêmê bi bîr xist û got:


“Ev dîmen hişmendiya rejîma BAAS'ê ya ku gelê Sûriyê li hemberî wê serî rakir, tîne bîra mirov.


Ev nêzîkatî ji heyecan an binpêkirinên ferdî wêdetir, dubarekirina kiryarên sîstematîk e. 


Armanc ji van nêzîkatiyan ew e ku nefretê gûr bikin û xîtabên parçebûn û gefê vejînin.“


QSD`ê hikumeta veguhêz wekî berpirsa van kirinan dît.


Dawiyê QSD`ê eşkere kir ku siberoja Sûriyê ne li ser provokasyon û sloganên hîsterîk, lê dê li ser hevkarî, naskirina hevbeş û rêzgirtina ji bo îradeya pêkhateyan were avakirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye