Li Tehranê koma kar a hîcabê hat avakirin

Serokê Zanîngeha Tehranê Mihemed Husên Omîd, îro ragihand ku komek bi navê Koma Kar a Hîcabê, berî demekê ji bo çareserkirina pirsgirêka cilên xwendekaran, hatiye avakirin.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Mihemed Husên Omîd ji ajansa nûçeyan a Îranî ISNA'yê re der barê vê mijarê de axivî û wiha got:

"Ev koma kar hewl dide bi vexwendina bi dizî ya xwendekaran û bi axaftina bi wan re pirsgirêkan çareser bike, bêyî ku dozên wan bişîne encumena dîsîplînê.

Berî pênc an şeş mehan, li zanîngeha me ev kom hat damezirandin, ji bo nirxandina dozên der barê reftarên neguncaw û cilên xwendekaran de, ku ji zanîngehê re hatine ragihandin.

Li Îranê lixwekirina hîcabê li ser hemû jinan biryareke neçarî ye.

Her wiha çi jina ku vê biryarê binpê bike, dê rastî sizayên ku hikûmetê ew destnîşan kirine, were.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye