Li Şamê hikûmet karmendan bê sedem ji kar derdixe

Li paytexta Sûrî Şamê Hikûmeta Veguhêz ya Sûriyê bi sedan karmendên xwedî tecrube, ji kar derdixe û li şûna wan kesên ku zanîngeh nexwendine û tecrubeya wan tune ye, dixe kar.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li paytexta Sûrî Şamê Hikûmeta Veguhêz ya Sûriyê bi sedan karmendên xwedî tecrube, ji kar derdixe.

Gelek mamosteyên ku ji kar derxistine, zanîngeh bi dawî kirine û gihaştine asta pisporiyê.

Li şûna wan kesên ku zanîngeh nexwendine û tecrubeya wan tune ye, dixe kar û mûçeyên wan bi dolarên Amerîkî dide.

Li gorî çavkaniyan, Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê ji saziyên çapemeniyê jî gelek rojnamevan bi hinceta ku dema peymana wan qediyaye, ji kar derxistine.

Her wiha kesên ku ji aliyê hikûmetê ve dikevin kar, zêdetirî wan ji Idlibê ne.

 

LI LAZIQIYÊ 100 BIJÎŞIK JI KAR HATIN DORXISTIN

 

Beriya vê jî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihandibû ku Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê bi biryarekê zêdetirî 100 bijîşkên Laziqiyê li Berava Sûriyê, ji kar derxistin.

 

LI REQA,TEBQA Û DÊREZORÊ MAMOSTE JI ERKA XWE TÊN DÛRXISTIN

 

Her wiha li bajarê Reqa, Tebqa û Dêrezorê jî mamoste bi hinceta ku li gel Rêveberiya Xweser kar dikirin, ji erka xwe ya mamostatiyê tên dûrxistin.

Karmend li hemû bajarên Sûriyê bêyî ku sedem were diyarkirin, ji kar têne derxistin û gel li hemberî vê yekê nerazîbûnan nîşan dide.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye