Muqteda El-Sedir daxwaz ji pêkhate û baweriyên li Îraqê kir ku roja 4 nîsanê li hemû parêzgehên Îraqê li dijî êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê xwepêşandanên girseyî li dar bixin.
Muqteda El-Sedir banga lidarxistina xwepêşandanan ji gelê Îraqê kir
Balafirên şer ên DYA'yê baregeheke hêzên Heşdî Şebî ya li navçeya Dubiz a ser bi Kerkûka Başûrê Kurdistanê ve, bombebaran kir. Êrîşên hêzên hewayî yên DYA'yê li ser baregeh û çeperên Heşdî Şebî li ser...
Wezareta Parastinê ya Îraqê ragihand ku li ser sînorê Fermandariya Operasyonan a Kerkûkê, balafireke bêmirov û nenas hatiye xistin û ti ziyanên canî û madî çênebûne.
Careke din îro baregehên Heşdî Şebî yên li ser sînorê parêzgeha Kerkûk, Selahedîn û Enbarê hatine bombebarankirin.
Desteya Heşdî Şebî ragihand ku di êrîşa balafirên Amerîka û Îsraîlê ya li ser hêzên wan ên li Parêzgeha Selahedîn de, li gorî agahiyên destpêkê 7 çekdar birîndar bûne.
Serokê YNK'ê Bafil Talebanî, ragihand ku armanckirina Pêşmergeyan binpêkirina serweriya xaka Başûrê Kurdistanê û Îraqê ye. Her wiha Bafil Talebanî daxwaz ji civaka navneteweyî û Hikûmeta Îraqê kir ku ...
Ji demjimêrên êvarê de, hem Amerîka û hem jî komên çekdar ên ser bi Îranê ve êrîşî Îraqê dikin.