Îro, di demjimêrên êvarê de, 6 caran êrîşî Balafirgeha Navneteweyî ya Bexdayê ya Îraqê, hat kirin. Her wiha balafirên şer ên DYA'yê baregehên Heşdî Şebî yên nêzîkî sînorê Kerkûkê bombebaran kirin.
6 Caran êrîşî Balafirgeha Bexdayê ya Îraqê hat kirin
Baregeha leşkerî K-1 ya li başûrê Kerkûkê bi mûşekan hate bombebarankirin. Hate ragihandin ku Helîkoptereke Fransayê hatiye hedefgirtin, lê ziyan nedîtiye.
Serokê Hevpeymana Dewleta Yasa Iraqê Nûrî Malikî gefa tolhildanê ya ji ber kuştina Rêberê Olî yê Îranê Elî Xamineyî da û êrîş weke sûceke siyasî bi nav kir.
Wezareta Tenduristîyê ya Îraqê ragihand ku li dijî gezkirina kûçikan derzîlêdan li hemû saziyên tenduristiyê peyda dibe.
Îsraîl daxwaz kir ku milîsên gerêdayî Îranê çekên xwe radestî hikûmeta dahatî ya Iraqê bikin.
Di civîna ku wê di 29'ê kanûnê de li Bexdayê were lidarxistin dê serokê Parlemanto û 2 cigîrên wî bên hilbijartin.
Dezgeha Asayîşa Welat ya Îraqê ragihand ku yek ji serkirdeyên çeteyê DAIŞ’ê bi navê Ebû Elî piştî şopandina 10 mehan di encama oparasyoneke îstixbaratî de hatiye girtin.