Îsraîlê kuştina serokê şaxê Endezyariyê yê Hêzên Qudsê, Mihdî Wefayî ragihand.
Îsraîlê serokê şaxê endeziyariyê yê hêzên Qudsê kuşt
Wezareta Tendirustiyê ya Libnanê da zanîn ku di êrîşeke Îsraîlê li ser Beyrûtê de, otomobîlek hate hedefgirtin û herî kêm heft kes hatin kuştin. Her wiha Artêşa Libnanê got ku hêzên wan piştî pêşveçûn...
Artêşa Libnanê ragihand ku, îro di êrîşeke Îsraîlê de ya li ser xaleke kontrolê ya hêzên wan a ku li başûrê welêt e, leşkerekî wan hat kuştin û 5 jî birîndar bûn.
Wezareta Derve ya Libnanê hefteya borî ferman dabû ku, balyozê Îranê yê li Beyrûtê ji welêt derkeve. Wezareta Derve ya Îranê îro ragihand ku balyozê wê yê li Beyrûtê wê karê xwe bidomîne.
Artêşa Îsraîlê îdîa kir ku ji 2’yê adarê ve, di encama êrîşên li ser Libnanê de, 700 endamên Hizbulahê hatine kuştin.
Wezareta Tendirustiyê ya Libnanê ragihand ku ji dema ku pevçûnên di navbera Îsraîl û Hizbulahê yên ku di 2’ê adarê de dest pê kirine, 42 karmendên tenduirustiyê jiyana xwe ji dest dane.
Sekreterê Giştî yê Hizbulaha Libnanî Neîm Qasim hişyarî da ku dan û standinên bi Îsraîlê re di demekê de ku welat "di bin agirê dijmin de ye" tê wateya "teslîmbûnê".