Amerîkayê ragihand ku berpirsekî payebilind ê koma çekdar a Ketîbeyên Hizbullaha Îraqê ya nêzîkî Îranê, hatiye girtin.
Amerîkayê berpirsekî Hizbullaha Îraqê girt
Îsraîl û Hizbulah li Başûrê Libnanê, êrîşên xwe li dijiî hev berdewam dikin. Di encama van êrîşan de, Îro heta niha 10 kes hatine kuştin.
Êrîşeke asmanî ya Îsraîlê bêyî hişyariyeke pêşwext, taxên başûrê Beyrûtê hedef girt.
Şerê di navbera Îsraîl û Hizbulahê de, bûye sedema mirina 2 hezar û 454 kesan. Her wiha Serokê Hikûmeta Libnanê Newaf Selam di civîna YE’yê de, hêvî kir ku şerê li Libnanê bi dawî bibe.
Tevî agerbesta li Libnanê jî, artêşa Îsraîlê ragihand ku wan xêzeke bi navê "Xêza zer” li başûrê Libnanê danîye û desnîşan kir ku operasiyon û hedefgirtinên wan di nava “Xêza Zer” de, wê berdewam bikin.
Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê daxuyakirin ku ji destpêka şerê Îsraîl û Hizbulahê heta dema agirbestê ve, nêzî 2 hezar û 300 kes li Libnanê hatine kuştin.
Xelkên Libnanê yên koçber dest bi vegera bo bajar û taxên xwe yên wêrankirî dikin. Di heman demê de, Serokê Libnanê Joseph Aoun ragihand ku piştî vekişîna hêzên Îsraîlê ji başûrê Libnanê wê artêşa Lib...