Artêşa Îsraîlê ragihand ku planên berdewamiya şer li dijî Îran û Libnanê, hatine pejirandin. Her wiha Artêşê eşkere kir ku ew ê nehêlin ku Îran di dosyaya nukleerî û Hurmizê de destkeftiyan bi dest bixe.
Artêşa Îsraîlê: Planên ji bo berdewamiya şerê li Îran û Libnanê hatine pejirandin
Parlamenterê Hizbulahê Hesen Fedlulah got, civîna ku di navbera balyoza Libnanê li Washingtonê û hevtayê wê yê Îsraîlî de pêk hat, nasnameya neteweyî ya Libnanê yan jî hilbijartinên gelê wê nîşan nade.
Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Sa'ar got ku welatê wî aştî û normalîzekirina têkiliyan bi Libnanê re dixwaze.
Libnan û Îsraîl wê sibe dest bi hewldaneke dîplomatîk a ku wê bi navbeynkariya Amerîkayê pêk bê, bikin.
Serokkwezîrê Libnanê Newaf Selam ragihand ku Libnan ji bo rawestandina şer û vekişîna Îsraîlê ji axa Libnanê bi rêya dan û standinan dixebite.
Wezîrê Dadê yê Libnanê Adil Nesar Îran rexne kir û got ku Îranê şertê agirbesteke berfireh terikandiye.
Serokê Amerîkayê Donald Trump îro bi fermî ragihand ku Îran û Dewletên Yekbûyî Yên Amerîkayê li Pakistanê dest bi danûstandinan kirin. Wezareta Derve ya Îranê jî, piştrast kir ku Şandeya Îranê ya li Î...