Îsraîlê navendên leşkerî li hums û laziqiyê bombebaran kirin

Balafirên şer ên Îsraîlê navendên leşkerî yên Hikumeta Veguhêz a Sûriyê yên li derdora bajarê Hums û Laziqiyê bombebaran kirin. Her wiha Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku ji destpêka 2025'an ve Îsraîlê zêdetirî 95 caran 135 deverên Sûriyê bombebaran kirine.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Îsraîlê careke din êrîşî Sûriyê kir.

Ajansa SANA ya Sûriyê ragihand ku balafirên şer ên Îsraîlê derdora bajarên Hums û Laziqiyê bombebaran kirine.

Telefizyona El Erebiyê jî eşkere kir ku êriş li dijî tugeya parastina hewayî ya li başûr rojhilatê parêzgeha Humsê pêk hatiye.

Wezareta Karên Derve ya Sûriyê bi daxuyaniyekê êrîşên li Hums û Laziqiyê şermezar kir.

Her wiha bang li Konseya Ewlekariyê û civaka navneteweyî kir ku êrîşên Îsraîlê rawestînin.

Heta niha ti agahî derbarê encamên bombebaranê de nehatin bidestxistin û ti daxuyaniyeke fermi ji aliyê artêşa Îsraîlê ve nehatiye dayîn.

 

SOHR: Îsraîlê ji destpêka 2025'an ve 95 caran êrişî sûriyê kiriye

 

Herî dawiyê jî, Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir ku ji destpêka 2025'an ve Îsraîlê zêdetirî 95 caran 135 deverên Sûriyê bombebaran kirine. 

Di encama wan de 61 kesên sivîl û leşker hatine kuştin.

Li gorî amaran, ji dema ketina rejîma Esed ve di Kanûna 2024'an de, Îsraîlê nêzî 210 caran Sûriye topbaran kiriye û zêdetirî 500 êrişên hewayî pêk anîne.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24