TIRKIYE CAREKE DIN RÊBERÊ GELÊ KURD JI MAFÊ HÊVÎYÊ BÊ PAR HIŞT

Tirkiye têkildarî cezayê girnkirî yê "muebbed" cezayeke dijber a bi navê “Plana çalakiyê” pêşkeşî Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê kir û careke din Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji “Mafê hêviyê” bê par hişt. Newroz Uysal jî diyar kir ku Tirkiye nikare ji vê dozê bireve û ji Tirkiyê xwest ku li gor zagon û prensîbên navneteweyî tevbigerin.

reset font size increase font size

Li gor Qanûnên Mafê Mirovan a Ewropayê `Mafê hêvîyê` di qanûnê cezakirinê de heye. Kî dibe bila bibe, çi suc kirîye bila bike piştî mayîna salan girtîgehê ev maf hêvî dide kesên girtî ku li girtîgehê derkeve.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo Rêberê Gelê Kurd mafê xwe yê hêviyê sûd werbigre serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), yê dan.

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), di 18ê Adara 2014an de têkildarî cezayê biryar dabû û gotibû ku binpêkirina Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) ye. 

DMME’yê ji Tirkiyeyê xwest ku di vê mijarê de sererastkirinan qanûnan pêk bîne. 

Çend komele û buryon mafnasiyê bi daxwaza cîbicîkirina biryarên DMME’yê, di 9ê Tebaxa 2022yan de serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dan. 

Tirkiyeyê jî li ser vê serlêdanê bersiv da û got: “Berdana bişert a girtiyên cezayê heta hetayê ya girankirî lê hatiye birîn pêkan e, lêbelê hinek sûcên îstîsnaî ji vê rewşê re bêpar hatine hiştin.” 

Komîteya Wezîran jî di 17-19ê Îlona 2024an de civiya û piştî 3 salan, biryara binpêkirinê ya DMMEyê dîsa xist rojeva xwe. Komîteyê, xwest ku derengmayîn nekeve dozê de. 

Her wiha destnîşan kir ku eger gavên pêwîst neyên avêtin, ew ê di civîna îlona 2025an de biryara navberê amade bikin.

TIRKIYE: HEWCEHÎ BI TEDBÎRÊN KESAYETÎ YÊN CUDA NÎNE

Tirkiyeyê “Plana çalakiyê” ya nû ya ji bo Îlona 2025an pêşkeş kir. Di “Plana çalakiyê” ya bi dîroka 27ê Hezîrana 2025an de Tirkiyeyê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd jinedîtî ve hat û îdiaya “Hewcehî bi tedbîrên kesayetî yên cuda nîne” kir.

Hat diyarkirin ku mijara “Berdana bişert” di cezayê heta hetayî de rewşekî “îstîsnaî” ye û ev hikûmxwar nikarin ji mekanîzmaya berdana bişert sûd bigirin.

Parêzera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Parlamentera Şirnexê ya DEM Partiyê Newroz Ûysal têkildarî mijarê ji Ajansa ANFê re axivî.

NEWROZ UYSAL: TIRKIYE NIKARE JI DOZÊ BIREVE

Parlamenter Newroz Ûysal diyar kir ku êdî Tirkiye nikare ji doza " Mafê Hêviyê" bireve û bazarê li ser bike.
 
Newroz da diyar kir ku gereke di meha Îlonê de civîn were lidarxistin lê hîna tu pêşinyar û pilansazî li ser guhertineke şênber tune ye.

NEWROZ UYSAL: GEREKE KONSEYA EWRUPAYÊ BERPIRSYARTIYÊ BICIH BÎNE

Ew çaverê ye ku komîte di rûniştina Îlona 2025an de têkildarî vê biryarê; biryareke navberê amade bike û hêza xwe ya mafnasî û dîplomatîk bi kar bîne. 

NEWROZ UYSAL: DIVÊ TIRKIYE LI GOR ZAGONAN TEVBIGERE

Newroz destnîşan dike ku eger Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê vê yekê ji demê re nehêle û bi berpirsyariya xwe rabe, wê demê dê guhertin çêbibin.

Newroz Uysal di dawiya axaftina xwe de ji Tirkiyê xwest ku li gor zagon û prensîbên navneteweyî tevbigerin. 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24