Hat eşkerekirin ku dewleta Tirk çek û alavên leşkerî dide Hikûmeta Veguhêz a Şamê ku ji bo li dijî gelê Kurd bikar bîne û hewl dide bi kûrahiya 30 kîlometre bikeve nav axa Rojavayê Kurdistanê.
"Dewleta Tirk alavên leşkerî ji Hikûmeta Veguhêz re dişîne"
Çend agahiyên nû derbarê hevdîtinên di navbera şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rayedarên Şamê de hatin eşkerekirin. Fermandarê QSD`ê Mazlûm Ebdî hevdîtina dawiyê ya di navbera Rêveberiya Xweser û H...
Di merasîma 10’emîn salvegera damezrandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de, Mezlûm Ebdî eşkere kir ku di demeke nêz de komîteyeke leşkerî ji bo mijarên entgrasyonê nîqaş bike dê biçe Şamê.
Parastina Sivîl a Sûriyê di posteke xwe yê li ser Telegramê de diyar kir ku di teqînekê de ji ber sedemek nediyar ya li gundewarê Şamê çêbûbû, 8 welatî birîndar bûn.
Şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku di hevdîtina Şamê de 4 bendên sereke hatin nîqaşkirin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku di 6´ê cotmehê de li deverên cuda yên Sûriyê 7 kes hatine kuştin.
Li gundewarê Humsê 6 gorên komî hatin dîtin û li gundewarê Şamê jî şer di navbera hêzên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê û şêniyên bajarokê Dêr Miqrinê de derket.