Li paytexta Fransa, Parîsê doza qirkirina Êzidiyan li ser destê DAIŞ'ê destpê kir. Di wê dozê de, wê welatiyê Fransî Sabrî Essîd were darzandin.
Li Parîsê doza qirkirina Êzidiyan li ser destê DAIŞ'ê vebû
Îro salvegera 38'an a qurbaniyên Helebçeyê li Rojavayê Kurdistanê, li bajarên Qamişlo, Tirbespiyê û Hesekê hat bibîranîn û daxwaza hesabpirsînê hat kirin.
Îro, wê di navbera QSD'ê û Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê de, pevguhertina dîlgirtiyan pêk bê. Ger Hikûmeta Veguhêz pirsgirêkan dernexîne, ev pevguhertin wê di saetên êvarê de li Hesekê pêk bê.
Pira deriyê sînorî yê Sêmalkayê, ji ber bilindbûna ava çemê Dîcleyê, di bin avê de ma. Berpirsan ragihandin ku derî wê heta dawiya cejnê girtî bimîne.
Îro salvegera 38'emîn a komkujiya Helebçeyê ye, ku di dîroka Kurdan de bûyereke trajdîk û bi êş e. Artêşa Îraqê bi 10 balafiran, bombeyên kîmyewî li ser bajarê Helebçeyê barand. Di nava çend saetan de...
Li Hewlêrê, ji ber barîna zêde ya baranê, li Taxa Teyrawî ya bajarê Hewlêrê av kete gelek malan.
Kurdistaniyên li bajarê Freiburg ê Almanyayê, ji bo siyasetmedarê Kurd Salih Muslim, Helbestvan Ehmed Huseynî û Rojnamevan Osman Kiliç merasîma bîranînê li dar xistin.