Serokê CHP'ê Ozgur Ozel li ser mijara Sûriyê û li ser 'Peymana 10'ê Adarê ya di navbera hikûmeta veguhêz a Şamê û QSD'ê de hat îmzekirin, nirxandir kir.
Ozgur Ozel li ser 'Peymana 10'ê Adarê axivî
Ji ber ambargoya li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, rêveberiya taxan ji bo 13 dibistanan navber da perwerdeyê. Her wiha dorpêça Hêzên Hikumeta Veguhêz ên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê berdewam e.
Çekdarên girêdayî Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê careke din derdora Bendava Tişrînê topbaran kir.
Wezareta navxweyî ya Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê idîa kir ku wan li parêzgeha Helebê 3 çeteyên DAIŞ`ê girtine.
Hikumeta Veguhêz a Sûriyê idîa dike wan serçeteyekî DAIŞ`ê ku weke waliyê Şamê tê naskirin, girtiye.
Hêzên Parêzvanên Nîştimanî yên Siweydayê ragihandin ku di êrîşên li ser gundewarê Siweydayê de 2 kes hatine kuştin û 8 kes jî birîndar bûn.
Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê îdiayên Hikûmeta Veguhêz û medyayên wê yên ku dibêjin QSD`ê êrîşî nexweşxenaya Razî ya Helebê kiriye derewand.