Artêşa Libnanê ragihand ku, îro di êrîşeke Îsraîlê de ya li ser xaleke kontrolê ya hêzên wan a ku li başûrê welêt e, leşkerekî wan hat kuştin û 5 jî birîndar bûn.
Li Libnanê, di êrîşa Îsraîlê de leşkerek hat kuştin û 5 jî birîndar bûn
Muqteda El-Sedir daxwaz ji pêkhate û baweriyên li Îraqê kir ku roja 4 nîsanê li hemû parêzgehên Îraqê li dijî êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê xwepêşandanên girseyî li dar bixin.
Serokê Amerîkayê Donald Turmp careke din gef li Dewleta Îranê xwar û got ku, eger Îran Tengava Hurmizê veneke ew ê girava Xarkê ya Îranê ji holê rake.
Artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyekê ragihand ku, wan Zanîngeha leşkerî ya sereke ya girêdayî bi Supayê Pasdaran ê Îranê li Tehranê ve, armanc girtiye.
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî piştrast kir ku, Tehran hîn rasterast bi Washingtonê re danûstandin nekiriye.
Wezareta Derve ya Libnanê hefteya borî ferman dabû ku, balyozê Îranê yê li Beyrûtê ji welêt derkeve. Wezareta Derve ya Îranê îro ragihand ku balyozê wê yê li Beyrûtê wê karê xwe bidomîne.
Lîwayên Cund El-Kerar ku lîwayên Şîe ne, ragihandin ku wan li dijî navenda Amerîkayê ya li Palmyrayê (Sûriye) êrîş pêk anîne.