Rêberê Gelê Kurd peyamek ji 33`yemîn festîvala çanda Kurdî ya Navneteweyî re şand

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 33`yemîn Festîvala Çanda Kurdî ya Navneteweyî re peyamek şand. Rêberê Gelê Kurd diyar kir ku dema mîrateya çandî û siyasî ya ku we afirandiye bi têkoşîna ku em li vir dimeşînin re bibe yek, dê di rêya azadî û demokrasiyê de serdemeke nû destpê bike. Her wiha Rêberê Gelê Kurd bang li ciwanên derveyî welat kir ku li ser axa xwe vegerin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 33`yemîn Festîvala Çanda Kurdî ya Navneteweyî re peyamek şand.

Di festîvalê de nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xwendin.

Rêberê Gelê kurd berxwedaniya kurdên dîasporayê weke “îradeya ku kokên gelê li sirgûnê zindî dihêle” nirxand.

 

"Gelê me tevî hemû zehmetiyan ziman û çanda xwe parast"

 

"Hevalên hêja,

 

Hûn yên li Ewropayê dijîn, hûn ji mecbûrî û ji ber zextan çûn wir. 

Lê bi pêşveçûna pêvajoya ku me daye destpêkirin, vegera we ya li welêt, dê bibe deriyê destpêkeke nû.

Tevî hemû zehmetiyan, we bi çand, ziman, ked û hunera xwe rehên xwe parastin; we li ser her zemînê têkoşînê domand."

 

"Ev pêvajo bi beşdariya kesên sûrgûnê wê xirtir be"

 

Rêber Gelê Kurd di peyama xwe da destnîşankir ku pêvajoya ku daye destpêkirin her kesî bi axa welat ve girê dide.

"Îro, li welatê me ji bo pêşxistina civakeke demokratîk, pir pêdivî bi ezmûn û hevgirtina we heye ku ji ber têkoşîna we ya li Ewropayê çêbûye.

Pêdiviya vê welatî bi azadî, demokrasî û avakirineke civakî ya nû heye. Ev pêvajoya avakirinê dê bi beşdariya kesên li sirgûnê xurttir bibe.

pêvajoya ku em niha ji bo pêşxistina wê dixebitin, pêvajoyeke ku me hemûyan bi rehên me, ax û bîra me ve ji nû ve girê dide.

Hevdîtina li festîvaleke çandî li Ewropayê ne tenê çalakiyeke çandî ye, di heman demê de rengvedana vînê ye ku rehên gelê me yê li sirgûnê zindî dihêle."

 

"Divê ciwanên li Ewropayê vegerin li ser axa xwe"

 

Rêberê Gelê Kurd di peyama xwe de bang li ciwnanên ewropayê kir ku vegerin ser axa xwe.

"Ji ber polîtîkayên bi zanebûnî, dînamîzma ciwanan a welêt ber bi derveyî welêt ve tê arastekirin. 

Ji bo pêşîgirtina li vê yekê, divê bernameyeke piralî bê pêşxistin.

Di van şert û mercan de, divê têkoşîna li ser axa xwe armanca me ya sereke be.

Dema ku em bi hev re bin, çi li sirgûnê be çi jî li welêt be, tu hêz nikare vê meşê rawestîne.

Dema ku mîrateya çandî û siyasî ya ku we afirandiye bi têkoşîna ku em li vir dimeşînin re bibe yek, dê di rêya azadî û demokrasiyê de serdemeke nû destpê bike."

 

Bi hezkirin, bawerî û hevgirtineke bêdawî…

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24