Li paytexta Awûstûrya Viyanayê bi dirûşma ‘Em hêviya aştî û azadiyê mezin bikin’ çalakiyek hate lidarxistin.
Di çalakiya ku ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ve hate lidarxistin de, bi sedan kes li hev kom bûn.
Çalakiyê bi deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdên şoreşê destpê kir.
Di destpêkê de Hevseroka Civaka Azad Dîlek Karahan û Hevserokê DemKurdê Zulkuf Karatekîn axivîn.
Qisekeran diyar kirin ku Manîfestoya Civaka Demokratîk ne tenê ji bo gelê Kurd, nexşerêya ji bo gelên Rojhilata Navîn e û wiha gotin:
"Azadiya Ocalan şertê destpêkê yê civaka demokratîk û pêvajoya aştiyê ye.
Ev pêvajo ne ya rawestînê ye, pêvajoya rêxistinî û têkoşînê ye."