Rêberê gelê Kurd bang li ciwanên koçberî Ewropayê bûne kir

Di hevdîtina dawî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ya bi Şandeya Îmraliyê re, bang li wan ciwanên ku koçberî Ewropayê bûne, kiribû ku vegerin welatê xwe û wiha gotibû: “Ez ê li Îmraliyê bimînim lê naçim Ewropayê.”

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), piştî demekê dirêj di 28’ê tebaxê de li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kir.

Hevdîtinê 3 saetan dewam kir û hat destnîşankirin ku li ser gelek mijaran axaftin hatiye kirin.

 

Rêber ApoTêkildarî ciwanên koçberî Ewropayê dibin nirxandinên girîng kirin

 

Hat diyarkirin ku di hevdîtinê de, birêz Abdullah Ocalan têkildarî ciwanên koçberî Ewropayê dibin, nirxandinên girîng kirin.

Li gorî agahiyên Ajansa Mezopotamyayê, Ocalan di hevdîtinê de da zanîn ku divê kesên berê xwe didin Ewropayê, jiyana xwe li welatê xwe ava bikin û ji xaka xwe dûr nekevin.

Rêberê Gelê Kurd, xelkê Riha, Agirî û bajarên din ên naxwazin li herêmên xwe bimînin rexne kir û anî ziman ku ev yek encama polîtîkayeke bi zanebûn ji bo dûrxistina ji xakê ye.

 

“Pêwîstî heye li ser sedemên dûrketina ji xaka welat nîqaş werin kirin”

 

Abdullah Ocalan di hevdîtinê de anîbû ziman ku pêwîstî heye ku bi kûr û berfirehî li ser sedemên dûrketina ji xaka welat nîqaş werin kirin.

Hat destnîşankirin ku birêz Abdullah Ocalan di hevdîtinê de, wiha gotibû: “Ez ê Îmraliyê tercîh bikim lê dîsa jî naçim Ewropayê. Ez bi aşkerayî dibêjim; divê deynê xwe yê ji bo xak û çanda xwe bidin. Ez wan teşwîqî vê dikim. Yek ji hedefên min ên vê pêvajoyê jî ew e ku ji sirgunê weke kesên biwesf vegerinîm welat.”

Di heman demê de hat pişterastkirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtinê de bi israr got ku divê Kurdên li Ewropayê ziman, çand û komunên xwe ava bikin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24