Operasyona li dijî şarederiya Çukurovayê: 34 kes hatin girtin

Di çarcoveya lêpirsîna li ser Şaredariya Çukurovayê de Şaredar û Şaredarê berê jî di nav de 34 kes hatin girtin û 15 kes jî bi biryara çavdêriya cezayî hatin berdan.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di çarçoveya vê lêpirsînê de di 19`ê cotmehê de li dijî şaredariya Çukurovayê ya Edeneyê operasyonek hate lidarxistin.

Serdozgeriyê di derbarê 51 kesan de biryara binçavkirinê derxistibû.

Di operasyonê de Serokê Şaredariya Çukurovayê Emrah Kozay, şaredarê berê Soner Çetîn û 4 cîgirên şaredar jî di nav de 49 kes hatibûn binçavkiribûn.

Piştî îfadeyên binçavkiriyan bi dawî bûn, dadgehê derbarê şaredar Emrah Kozay jî di nav de ji bo 34 kesan biryara girtinê da. 15 kes jî bi biryara çavdêriya cezayî hatin berdan.

Di çarçoveya lêpirsînê de lêgerîna 2 kesan didome.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye