Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Serokwezîrtiya Îsraîlê ve hat belavkirin, Serokwezîr Binyamin Netenyahu beriya civîna kabîneyê axivî û da zanîn ku Îran xwe ji êrîşkirina li ser Îsraîlê dûr dike.
Netenyahu wiha got: “Îran êrîşî me nake Îran ji vê yekê dûr dikeve û sedemê vê yekê jî dizane.”
Netenyahu da zanîn ku eger Îran êrîşî Îsraîlê bike, wê derbeyeke giran bibîne û got: “Bêguman dibe ku şaşiyê bike û dîsa jî bikeve wê şaşiyê ku êrîşî me bike.
Wê demê wê derbeyeke ku ti carî hîs nekiriye bixwe.”