DIHOK BÛ ŞAMPIYON Û KUPAYA IRAQÊ TÎNE KURDISTANÊ

Tîma Dihokê ya futbolê di Kupaya Îraqê de bû şampiyon.

reset font size increase font size

Maç a herî dawiyê ya kupaya Iraqê, duh li stadyuma Gel a Bexdayê birêve çû, tê de her du tîmên Zaxo û Dihok rû bi rûyê hev bûn.


Dema maçê 0-0 qediya, pişt re Dihok bi lêdana penaltiya 5-3 li hember Zaxoyê bi ser ket û bû şampiyon.

Di dîroka Komara Iraqê de, ev yekem car e, tîmeke Kurdî dibe şampiyon û kûpaya yaneyên futbolê yên Iraqê tîne Kurdistanê.

Bi vê serkeftinê re, nexşeya sporê li Iraqê tê guhertin û Dihok dibe navenda pêşketina futbolê li seranserê Iraqê. 
 
Şêniyên ji Dihok, Hewlêr, Silêmanî, Kerkûk û Helebceyê berê xwe dabûn Bexdayê ji bo piştgiriya her du tîmên Zaxo û Dihokê.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye