Rêberê Gelê Kurd ji serokeşîrên Ereban re peyamek şand

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji serokeşîrên Ereban re peyamek şand. Rêberê Gelê Kurd ji şêx û rûspiyên eşîrên herêmên Cizîrê, Dêrazor, Reqa û Tebqayê re peyam şand û got: "Ez piştgiriya xwişk-biratî û yekitiya gelê Kurd û Ereb dikim, ku ew xwedî bingeha dîrokî ye. Hûn di dikarin di avakirina Sûriyeke demokratîk de rolekî dîrokî bilîzin`

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji serokê eşîrên herêmên Tebqa, Reqa, Dêrazor û Cizîrê re peyamek şand.

Rêberê Gelê kurd di peyama xwe de serokê eşîran bi hezkirin û rêzdarî silav dike û dibêje: 

 

"Yekîtî û piştgiriya we ji Kurdan re li ser bingeha pergala neteweya demokratîk xwedî wateyeke mezin e.

Hûn bi vê yekîtiyê bingeheke dîrokî ya nû ya xwedî baweriya bi têkilî û hevbendiya di navbera gelên Ereb û Kurd de ava dikin."

 

"Têkiliyên Kurd û Ereban têkiliyên xwişk-biratiyê ne"

 

Abdullah Ocalan diyar kir ku sedema sereke, ya têkiliyên xurt di navbera her du gelan de têkiliyên xwişk-biratiyê ne.

 

"Di dilê dîrokê de, di navbera her du gelên Kurd û Ereb de têkilî hene.

Di kûrahiya dîrokê de her tim dostanî û biratiya di navbera gelên Ereb û Kurd de li pêş bû.

Heta ev dostanî, di dema derketina Îslamê û belavbûna wê bi serkêşiya pêxember Mihemed de, hişt ku piranî Kurd bi hêsanî tevlî ola Îslamê bibin.

Sedema sereke, têkiliyên xurt ên di navbera her du gelên Kurd û Ereb de ye.

Ev têkiliyên xwişk-biratî yên di navbera her du gelan de piştî Îslamê bi çend sedsalan, dewam kir û bi pêş ket."

 

"Yekîtiya di navbera her du gelan de dîrokî û civakî ye"

 

Rêberê Gelê Kurd anî ziman ku yekîtiya di navbera her du gelan de ji aliyekî ve dîrokî ye û ji aliyekî din ve jî civakî ye û ew girîngiyeke mezin dide vê yekitiyê.

 

"Ev yekîtiya ku hûn îro bi rê ve dibin ji aliyekî ve dîrokî ye û ji aliyekî din ve jî civakî ye.

Her wiha xwedî bingeha siyasî ye jî, ji lewre ev helwest û yekîtiya li Sûriyê xwedî girîngiyeke mezin e û wateyek mezin didimê.

Ez piştgiriyê didim xwişk- biratî û hevbendiya gelên Kurd û Ereb, ji ber bingeha wê ya dîrokî heye. 

Li ser vê bingehê, me xwe bi pêş xist û me perspektîfên li ser bingeha xwişk-biratiyê û neteweya demokratîk danî."

 

"Piştgiriya we ya ji bo QSD'ê xwedî wateyeke pir mezin e"

 

Her wiha Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anî ziman ku piştgiriya gelê Ereb ji QSD`ê re xwedî girîngî û wateyek mezin e û divê Kurd û Ereb bi hev re bin.

 

"Divê giştî wekhev bin, azad bin, bi hev re bijîn, xwe bi xwe bi rê ve bibin.

Divê li ser vê bingehê wekhevî û edalet bê avakirin. Divê Kurd û Ereb bi hev re bin.

Ev jî bi piştgiriya we bi QSD'ê ve girêdayî ye. Piştgiriya we ji QSDˊê re xwedî girîngî û wateyek mezin e."

 

"Hûn di avakirina Sûriya demokratîk de dikarin rolek dîrokî bilîzin"

 

Di dawiyê de got ku girîng e Ereb, Kurd, Suryan-Asûrî û her kesê li ser vê xaka pîroz in ji bo vê biratiya dîrokî tev bigerin.

 

Dostên hêja:

 

"Hûn dikarin roleke girîng û dîrokî di avakirina Sûriya demokratîk, ewle, yekgirtî û adil de bilîzin.

 

Girîng e Ereb, Kurd, Suryan-Asûrî û her kesê li ser vê xaka pîroz in ji bo vê biratiya dîrokî tev bigerin.

Ez bi vê hêvî û baweriyê we hembêz dikim.

Careke din we tevan bi rêzdarî silav dikim.

Di jiyana we de tenduristî û serketinê dixwazim"

 

Silavên dostane û biratî

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24