Rêberê Gelê Kurd ji bo xelkê mexmûrê peyamek şand

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo xelkê Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cudî peyamek nivîskî şand û got: “Ez di wê baweriyê de me, xelkê me yê Mexmûrê çawa ku berê bûn stûna bingehîn ya têkoşîna me,di pêvajoya avakirina Aştî û Civaka Demokratîk de jî wê bibe xwediyê heman rol û misyona girîng."

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Nameya Rêberê gelê Kurd li Saziya Malbatên Şehîdan ji şêniyên wargehê re hat xwendin.

Nameya Rêberê gelê Kurd abdullah Ocalan ku têde dibêje: "Bi pêşketina pêvajoya aştiyê re, xelkê wargehê wê vegerin ser cih û warên xwe" bi kelecan û moralek bilind hat pêşwazî kirin.

Her wiha di nameyê de hat diyar kirin ku veger bi awayek kolektîf be,lê  pêwîste were zanîn ku, divê nêzîkatiyên ferdî û malbatî dernekevin pêş.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24