Kongreyaya 3`yemîn ya meclisa ciwanên MSDˊê li Reqayê hat lidarxistin

Kongreya 3’yemîn a Meclisa Ciwanên MSDˊê ya ku li Reqayê hat lidarxistin bi encamnameyekê bi dawî bû. Di encamnameyê de hat diyarkirin ku divê destûreke demokratîk ku bê alîbûna neteweyî û olî, maf û azadiyê misoger bike, were amadekirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Kongreya 3’yemîn a Meclisa Ciwanên MSDˊê bi diruşmeya “Bi vîna ciwanan em ê guhertinê ava bikin û yekitiyê pêk bînin ….. Ji bo Sûriyeke pirrengî û nenavendî” li bajarê Reqayê dest pê kiribû bi dawî bû.

Di kongreyê de Hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Leyla Qereman bal kişand ser girîngiya beşdariya ciwan û jinan di avakirina pêşeroja Sûriyê de.

Her wiha rêziknameya meclisê hat xwendin ku balê dikişîne ser avahiya rêxistinî ya meclisê, armancên wê, şertên endamtiyê. Her wiha rola ciwanan di qadên siyasî û civakî de, hat nirxandin.

Di kongreyê de xebata demên dawî yên meclisê hatin nirxandin û hilbijartin pêk hatin. Di encamên hilbijartinan de Silêman Nebhan û Nadya Yûsif bûn hevserokên Meclisa Ciwanên MSD’ê.

 

Kongreya ciwanên MSDˊê bi encamnameyekê bi dawî bû

 

Kongre bi encamnameyekê bi dawî bû, xalên wê jî ev in:

 -Pabendbûna bi yekîtiya demokratîk û siyasî ya Sûriyê.

- Bê alîbûna neteweyî û olî bi rêya destûreke demokratîk ku maf û azadiyê misoger bike.

- Pabendbûna bi nasnameyeke nîştimanî ya Sûriyî ya berfireh, ya bi pirrengiya xwe û çandên xwe dewlemende û li ser bingeha demokrasî, sekularîzm û edaleta civakî.

- Xurtkirina rêgeza hevserokatiyê û hevjiyana azad di hemû astên rêxistinî de.

- Jin di nava meclisê de lêvegera rêxistinî û siyasî ne, divê rola wan were aktîfkirin û taybetmendiyên wan werin misogerkirin.

- Têkoşîna li dijî totalîterîzmê, modernîteya kapîtalîst û hemû şêweyên dagirkerî, qirkirin, zayendperastî, neteweperastî û olperestî.

- Ji bo avakirina civakek exlaqî û polîtîk ku pergala baviksalariyê red dike, xebat were kirin.

- Xurtkirina têkiliyan bi ciwanên li Sûriyê û yên li derveyî welat re.

- Aktîvkirina Nivîsgeha Têkiliyên Giştî wekî dînamîka ragihandinê ji bo hevrêziya navxweyî û navneteweyî.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24