Kongra Îslama Demokratîk entegreyî Wezareta Ewqafa Olî bû

Di çarçoveya pêvajoya entegrasyonê de, Kongra Îslama Demokratîk entegreyî Wezareta Ewqafa Olî ya Sûriyê bû. Di vê derbarê de, Wezareta Ewqafa Olî ya Hesekê civîneke li bajarê Qamişloyê li dar xist.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Civîn li Mizgefta Mele Ehmed Cizîrî ya li Qamişloyê, hate li darxistin.

Ew jî bi beşdariya Wezareta Ewqafa Olî ya Hesekê û beşa wê ya li Qamişlo de, pêk hat. 

Di civînê de wezîrê Ewqafê yê Hesekê Mazin Mihemed Harûnî amade bû.

Cîgirê wezîrê Ewqafê Silêman Elî diyar kir ku armanca civînê şopandina kar û barên meleyan ye.

Her wiha Silêman Elî da zanîn ku di çarçoveya pêvajoya entegrasyonê de hemû karmendên Kongra Îslama Demokratîk ên beşên îdarî, rêxistinî , jin û mêr tevlî vê pêvajoyê bûne.

Li gorî gotinên wî, tevî entegrasyonê, dê Kongra Îslama Demokratîk xebatên xwe wek saziyeke sivîl, fikrî û akademîk bidomîne.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye