Serokwezîrê Îsraîlê, Benjamin Netanyahu, roja Yekşemê, 18`ê cotmeha, belgeyeke nû ya li ser stratejiya ewlehiya neteweyî ya welatê xwe eşkere kir.
Di vê belgeyê de, ew bang li ser pêşîgirtina li tehdîdan û destpêkirina êrîşên pêşwext dike, berî ku êrîşî ser wan bê kirin.
Di heman demê de, belge pêşniyar dike ku Îsraîl li ser sînorên xwe, li cihên ku pêwîst dibîne, herêmên tampon ava bike û hêza xwe ya leşkerî û teknolojîk zêde bike.
Belge girîngiyê dide êrîşên pêşwext û gefa Îranê
Belge ji sê rûpelan pêk tê û deh bingehên sereke yên ewlehiyê dihewîne
Di nav wan de, gefa Îranê wekî yek ji pêşîniyên sereke tê dîtin.
Netanyahu dibêje ku Îsraîl divê ji bo pêşîgirtina li tehdîdên nû amade be û dikare li dijî bernameya nukleerî ya Îranê jî êrîşên pêşwext bike, bêyî ku li benda piştgiriya Amerîkayê bimîne.
Belge her wiha balê dikişîne ser xurtkirina parastina navxweyî, pêşxistina pîşesaziya çekan a navxweyî, kêmkirina girêdana bi welatên din re ji bo peydakirina çekan û pêşxistina teknolojiyên nû, wekî hişê çêkirî û teknolojiyên fezayê.
Opozîsyonê: Xuya ye belge bi bernameyeke hişê çêkirî hatiye çêkirin
Netanyahu her wiha dixwaze têkiliyên Îsraîlê bi welatên herêmê û cîhanê re xurt bike.
Lê belavkirina vê belgeyê rastî rexneyên tund ên opozîsyona Îsraîlê hat.
Serokê opozîsyonê, Yair Lapid, belge wekî belgeyekî ecêb bi nav kir û got ku ew mîna belgeyekê xuya dike ku bi guhertoya belaş a bernameyeke hişê çêkirî hatiye nivîsandin.
Wî got ku belge stratejiyeke rastîn a ewlehiyê nade û dixwaze têkçûnên hikûmeta Netanyahu veşêre, bi taybetî têkçûna ewlehiyê ya 7ê Cotmeha 2023’an.
Partiyên opozîsyonê li dijî belgeya Netanyahu derketin
Her wiha, Gadi Eisenkot, yek ji serokên opozîsyonê, belge wekî çend rûpelên vala bi nav kir û got ku ev belge vala-bûna stratejîk a Netanyahu nîşan dide.
Opozîsyonê her wiha rexne li ser nebûna komîteyeke fermî ya lêkolînê ji bo lêkolîna têkçûnên 7`ê cotmeha 2023’an girt.
Belge di demekê de tê belavkirin ku hilbijartinên parlamentoya Îsraîlê dê di 27`ê Cotmeha 2026’an de bêne kirin.
ji ber vê yekê, nîqaşên ewlehiyê û şêwaza Netanyahu ya rêvebirina şeran bûne mijarên sereke yên kampanyaya hilbijartinê.