Du namzetên serokatiya Brezîlyayê li hember hev derketin

Bi gotina gendelkar û derewçîn nîqaş di navbera du namzetên serokatiya Brezîlyayê de gur bû. Di hevpeyvînekê de 2 namzetên Brezîlyayê li dijî hev gotinên zêde xerab bi kar anîn. Ev her du namzet jî yek jê serokê berê yê Brezîlyayê Luiz Inacio Lula da Silva û yê din jî Flavio Bolsonaro ye ku di gera yekem a hilbijartinan de dengên wî ji dengên Lula da Silva zêdetir bûn. Ev daxuyanî û gotinên tund ên dijî hev jî piştî wê yekê tê ku tenê hefteyek ji bo gera duyem a hilbijartinên serokatiyê maye.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Di hevpeyvînekê de du namzetên Brezîlyayê heqaret li hev kirin.

Ev her du namzet jî yek jê serokê berê yê Brezîlyayê Luiz Inácio Lula da Silva û yê din jî Flávio Bolsonaro ye ku di gera yekem a hilbijartinan de di rêza yekem de bû.

Di yekem rûbirûbûna rasterast a di navbera Lula û Flávio de, gelek tohmet û heqaret li hev kirin

Nîqaşa yekem, ku ji studyoya Band TV li São Paulo hate weşandin, bi atmosfereke aloz derbas bû.

Di rûbirûbûnê de her Lula da Silva xwe ji Flavio Bolsonaro dûr dixist.

Flavio: Lula kesekî gendelkar e

Lula li ser vê dûrbûnê jî got:

“Ez dixwazim xwe ji endamekî milîs dûr bixim, ji ber ku têkiliyên wî bi komên sûcdar re heye.”

Flavio Bolsonaro, kurê serokê berê yê rastgir Jair Bolsonaro bêdeng nema û bi nîşandana peyva "gendelkar" li ser destê xwe bersiv da lula.

Ev bersiva Flavio jî piştî wê yekê tê ku wê di sala 2018 û 2019an de Lula bi sûcê gendeliyê bihata girtin.

Lula: Bolsonaro kesekî derewçîn e

Lula ji Bolsonaro re got:

Tu yekî serserî yî û di xwîna we de derew heye.

Bolsonaro bersiv da, “Brezîlya dê te neçar bike ku tu teqawid bibî.”

Lula da Silva di dawiya nîqaşa gur de serokê berê bavê Flavio Bolsonaro bi bîr anî ku ji ber hewldana darbeyê piştî windakirina hilbijartinê 4 sal berê cezayê 27 salan di girtîgehê de distîne.

Lula peyamek ji bavê Flavio Bolsonaro re şand û got:

“Divê tu jî dengê xwe bidî min ji ber ku tu kurê xwe nas dikî, û tu dizanî ku ez ji wî çêtir im.”

Ev tohmet û heqaret jî piştî wê yekê tê ku tenê heftyek ji bo hilbijartinên serokatiyê maye.

Bolsonaro di gera yekem a hilbijartinan de yekem bû

Flavio Bolsonaro di 4`ê cotmehê de %47 ê dengan di gera yekem a dengdanê de bi dest xistibû.

Lula jî di gera yekem de %45ê dengan bi dest xistibû.

Piştî vê encama di berjewndiya Flavio Bolsonaro de, Lula dixwaze bi riya hin biryaran dîsa dengan bi dest bixe

Biryar jî ew e ku di heftiyê de rojên kar werin kêmkirin.

Her wiha ji bo projeyên biçûk deyn werin kêmkirin. 

Lula ji bo bidesxistina dengan biryarên nû da 

Di heman demê de jî Lula soz da ku di betlanaya dawiya heftiyê de wê çûn û hatin bê pere be.

Kongreya Brezîlyayê ji bo pêşinyara lula guhertinek destûrî pejirand da ku hefteya xebatê bi herî zêde 40 demjimêran sînordar be.

Destpêkê Flavio Bolsonaro li dijî vê biryarê bû, lê beriya çend rojan wî jî ev biryar pejirand û wiha anî ziman:

“Piraniya karkerên Brezîlyayî piştgiriyê didin vê biryarê ji bo wê jî ez ê jî vê biryarê erê bikim.”

Tê payîn ku ev guhertin bi giranî bandorê li karkerên di sektorên firotin, xwaringeh û otêlan de bike ku piraniya wan mûçeyên kêm distînin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye