Li gorî hêzê, keştiya petrolê ji destpêka rêwîtiya xwe ve, hemû pergalên xwe yên nasandina cih û radarê vemirandibûn.
Her wiha Supaya Pasdaran da zanîn ku keştiyê hewl dida bêyî ku rêziknameyên ragihandî yên Îranê yên ji bo trafîkê li Tengava Hurmizê bi cih bîne, di Tengava Hurmizê re derbas bibe.
Di dawiyê de Hêza Deryayî hişyarî da ku ew ê digel keştiyên ku pergalên xwe yên radar û nasandina cih vedimirînin, bi tundî tev bigerin.
Hêzên Îranê navê keştiya petrolê, dema pêkhatina bûyerê û rewşa ekîba wê eşkere nekir.