Di vê karwanê de zêdetirî 640 malbatên koçberên Serê Kaniyê cihê xwe digrin.
Ev koçber di Kampên Newroz û Serê Kaniyê de diman.
Her du kamp ji malbatên koçber ên ji Serê Kaniyê, gundewarên Til Temir û Zirganê pêk tê.
Duh malbatên li Kampa Newroz a bajarê Dêrikê ji bo ku tevlî karwanê bibin berê xwe dabûn Kampa Waşûkanî ya li bajarê Hesekê.