Li gorî daxuyaniya Partiya Azadiya Kurdistanê PAK, îro siharê di seet 09:22 deqe de êrîşê dest pê kir û baregeheke wan hatiye hedefgirtin.
Her wiha hat diyarkirin ku ji ber ku baregeh ji berî niha hatibû valakirin, ti zirar negihiştiye hêzên Pêşmerge.
PAK yek ji partiyên Rojhilatê Kurdistanê ye ku li Başûrê Kurdistanê bi cih bûye.
Tehran bi awayekî giştî piştî şerê dawiya sibata vê salê, bi berdewamî bi dron û mûşekan êrîşî kampên partiyên Rojhilatî yên li Başûrê Kurdistanê dike.