Li Îraqê 32 kg hebên narkotîk hatin desteserkirin

Hêzên sînor yên Îraqê doh hewldanek ji bo qeçaxçîkirina madeyên hişbir ji Sûriyê ber bi Îraqê ve, li ser sînorê herdu welatan li rojavayê parêzgeha Enbarê têk birin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Fermandariya Hêzên Sînor a Îraqê daxuyaniyek belav kir û got ku hêzên wan rê li ber derbaskirina madeyên hişbir girtin ku bi rêya balona hewaya germ hatibûn barkirin û şandin.

Hat ragihandin ku balona hewaya germ 32 kg hebên narkotîk, yanî zêdetirî 196 hezar heban hildigirt.

Fermandariya Hêzên Sînor diyar kir ku ev operasyon di çarçoveya hewldanên berdewam de, ji bo pêşîgirtina derbaskirina madeyên hişbir pêk hatiye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye