Li Gabarê birîna daran berdewam e

Li Çiyayê Gabarê yê li Şirnexê, bi destê cerdevanan û di bin çavdêriya leşkeran de birîna daran didome. Ji ber birîna daran a ku bi salan e tê kirin, erdnîgariyeke berfireh bêdar ma. Ji ber xebatên bi navê lêgerîna petrolê û kolandina bîrên sondajê, herêma ku roj bi roj bêdar tê hiştin, bi xetera qeracbûn û bejîmayinê re rû bi rû ye. Têkildarî birîna daran heya niha jî, hikûmeta Tirkiyê, bê deng e.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ji ber ku birîna daran a bi salan berdewam e, qadên berfireh li Bakurê Kurdistanê bê dar mane.

Bi sedan darên berûyê li deverên Deşta Mişarê, Herî Rêş û Kerxenê yên Çiyayê Gabarê hatine birîn û li kêleka rêyan ji bo veguhastinê hatine komkirin.

Dîmenên ku ji herêmê hatine kişandin, komên mezin ên daran nîşan didin ku li benda barkirinê ne.

Darên ku hatine qutkirin ber bi navçeya Ero ya Sêrtê ve diçe, ji herêmê tên derxistin û ber bi bajarên cuda ve tên veguhastin.

Her wiha, deverên ku birîna daran lê tê kirin, li nêzîkî zeviyên petrolê yên bi navên Mehmet İrfan Guler û Demir Bogazi tên nasîn, in.

Di vê çarçoveyê de, îdiayên ku şîrketên petrolê piştgiriyê didin birîna daran jî tên ziman.

Lê ji bo piştrastkirina van îdîayan, agahiyên serbixwe û bersivên aliyên têkildar hewce ne.

Li Çiyayên Cûdî dar bi salan tên qutkirin

Ne tenê li Gabarê di heman çarçoveyê de li çiyayên Cûdî li herêma Bestayê jî bi salan dar hatine qutkirin.

Ev wêrankirina ekolojîk bûye sedema ku beşek mezin ji herêma Bestayê bê dar bimîne.

KNK: Xwedî li xwezaya Kurdistanê derkevin

Li ser vê talankirina xwezayê ya berdewam, Komîsyona Jîngehê ya KNK’ê, di 8 Cotmehê de bang kir ku pêdivî bi helwesteke cidî û lezgîn heye û da xuyakirin ku bêdengî sûc e.

Komîsyona Jîngehê ya KNK’ê ev yek anî ziman:

"Em bang li gelê welatparêz ê Kurdistanê û dostên jîngehê dikin ku li her devera lê bin, dengê nerazîbûna xwe li dijî van sûc û wêrankariyên jîngehî bilind bikin û xwedî li xwezaya Kurdistanê derkevin."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye