Rayedarnên Waşington û Tehranê li dijî hev daxuyanî dan

Wezîrên Karên Derve yê Amerîka û Îranê li ser dan û standinên di navbera herdu welatan de daxuyanî dan. Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio ragihand ku gihîştina bi her cure peymanekê bi desthilatdarên Tehranê re karekî "gelekî zehmet e". Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Îraqçî jî destnîşan kir ku Waşington astengiyê li pêşiya pêvajoya dîplomatîk derdixe û deriyên dan û standinan digire.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Piştî demek dirêj ji dan û standinên di navber Amerîka û Îranê de heta niha ti rêkeftin di navbera herdu welatan de çênebûye.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio di hevpeyvînekê bi medyaya Hindistanê re li ser Îranê axivî û got:

Rubio: Zehmet e em bi Îranê re bighêjin peymanekê

“Gelekî zehmet e ku mirov bi desthilatdarên Îranê re bigihîje peymanekê.

Mixabin, ew di bingehê de nizanin çawa peymanê bikin.”

Li gorî gotina Rubio sedema vê yekê ew e ku desthilatdarên Îranê ji aliyê kesayetiyên olî yên tundrew ve tên kontrolkirin ku bi temamî di bin bandora îdeolojiyê de ne.

Rubio: Îranî taktîkên naziyan bi kar tînin

Marco Rubio qala rewşa tevgera keştiyên li Tengava Hurmizê kir.

Wî diyar kir ku pêvajoya veguhestina petrolê hîn jî aloz e.

Rubio li ser helwest û tevgerên Tehranê hişyarî da û wiha axivî:

“Îran bi eşkereyî dibêje em keştiyên bazirganiyê dikin armanc û em hewl didin wan deryavanan bikujin ku ti pêwendiya wan bi şer re nîne.

Ev bi temamî wekî taktîkên keştiyên binerdî yên Naziyan ên di serdema Şerê Cîhanê yê Duyem de ye.”

Rubio: Em ê zextên xwe yên aborî li ser Îranê bidomînin

Rubio tekez kir ku dê Waşington zextên xwe yên aborî yên tund bidomîne.

Li gorî Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio da xuyakirin ku desthilatdarên Îranê dahata xwe ya darayî ji bo xizmeta xelkê xwe bi kar nayînin.

Berevajî vê yekê, ew pereyên xwe ji bo piştgiriya terorê û bipêşxistina mûşek û dronan terxan dikin.

Îraqçî: Me 3 gerên dan û standinan li dar xistin hemû jî bi şer bi dawî bûn

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Îraqçî jî li ser dan û standinan daxuyaniyek da.

Ebas Îraqçî anî ziman ku wan 3 gerên dan û standinan li dar xistin û hemû jî bi şer bi dawî bûn û wiha got:

“Pabendbûna Waşingtonê bi sozên ku di Memoranduma Têgihîştinê ya Îslamabadê de hatine dayîn, şertek pêşîn e ji bo ku mirov derbasî dan û standinan li ser mijarên din bibe.”

Îraqçî destnîşan kir ku Waşington astengiyê li pêşiya pêvajoya dîplomatîk derdixe û deriyên dan û standinan digire, ne Tehran.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye