Lîbyayê peymana deryayî ya bi Tirkiyê re erê kir

Parlamentoya Lîbyayê, peymana sînorên deryayî ya Tirkiye û Lîbyayê erê kir. Her wiha biryarên xwe yên sala 2020’an ên li dijî Enqereyê betal kir. Tirkiye jî li hember vê biryarê bi erênî nêzîk bû. Lê Yûnanistanê ev peyman red kir û ew li dijî hiqûqa navneteweyî bi nav kir. Yekîtiya Ewropayê jî nerazîbûna xwe ragihand û piştevaniya xwe ji Yûnanîstan û Qibrisê re dubare kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Meclîsa Nûneran a Lîbyayê , bi yekdengî peymana sînorên deryayî ya Tirkiye û Lîbyayê erê kir.

Nakokiyên li ser sînorên deryayî û mafên serweriyê li rojhilatê Deryaya Spî careke din ketine qonaxeke nû.

Lîbyayê biryarên xwe yên sala 2020'an betal kir

Meclîsa Nûneran a Lîbyayê, ku ji bo demeke dirêj li dijî peymana deryayî ya sala 2019’an helwest girtibû, bi yekdengî erêkirina wê pejirand.

Her wiha, meclîsê biryarên xwe yên sala 2020’an betal kir.

Ev biryar wekî guherînek girîng di helwesta Lîbyayê de li hember Tirkiyê tê dîtin.

Yûnanistanê peyman red kir

Piştî biryara Lîbyayê, Yûnanistanê nerazîbûna xwe bi eşkereyî nîşan da.

Wezareta Derve ya Yûnanistanê di daxuyaniyekê de ragihand ku erêkirina peymanê ji aliyê parlamentoyekê ve nikare rastiya erdnîgarî biguherîne.

Yûnanistan: Peyman li dijî hiqûqa navneteweyî ye

Her wiha da zanîn ku peymana Tirkiye û Lîbyayê mafên giravên Yûnanistanê yên li ser herêmên deryayî paşguh dike.

Di heman demê de Yûnanistanê got ku wê bi Misir û Îtalyayê re peymanên diyarkirina herêmên deryayî , îmze kirine.

Yekîtiya Ewropayê: Peyman mafên serweriya welatên din dixe bin bandorê

Li aliyekî din jî , Yekîtiya Ewropayê nerazîbûna xwe ji biryara Parlamentoya Lîbyayê re ragihand.

Yekîtiyê bi daxuyaniyekê got ku ev peyman mafên serweriya welatên din dixe bin bandorê.

Tevî vê helwesta tund a siyasî, di agahiyên hatine weşandin de tu cezakirina nû an jî tedbîrên aborî yên zêde li dijî Tirkiyê an Lîbyayê nehatine ragihandin.

Her wekî erêkirina peymanê nakokiyên hiqûqî û siyasî yên li ser sînorên deryayî, mafên serweriyê û çavkaniyên enerjiyê ji nû ve zindî kiriye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye