Di 29`ê Çileya 2026'an de, peymana entegrasyonê di navbera Hikûmeta Vaguhêz û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, hat îmzekirin.
Di derbarê proseya entegrasyonê de, duh Fermandarê Giştî yê QSDˊê, pêşwaziya şandeyeke Hikûmeta VEguhêz a Sûriyê kir.
Ziyad Ayiş Serokatiya şandeya Hikûmeta Veguhêz kir.
Di civînê de, Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed û Fermandarê Asayîşê Mehmûd Elî Xelîl jî, amade bûn.
Ev civîn di çarçoveya bicihanîna bendên peymana 29ˊê Çileyê ya navbera QSDˊê û hikumeta demkî de pêk hat.
Ji bo entegrekirina saziyên elektrîk û avê du biryarname hatin derxistin
Di 1'ê Adarê de jî, Parêzgarê Hesekê Nûredîn Îsa Ehmed, du biryarname derxistibûn.
Ev biryarname, ji bo entegrekirina saziyên elektrîk û avê di nav pergala Wezareta Enerjiyê de, hatibû derxistin.
Li gorî biryarnameyan, Komîteya Elektrîkê ji serokê komîteyê Endazyar Ekrem Xelîl Silêman û endamên komîteyê endezyar Salih Osman Îdrîs, Hena Gewriyê Gewriyê, Newar Mehmûd Sebrî û Mihemed Kerem El Fetah pêk tê.
Di heman demê de, Komîteya Avê jî, ji seroka komîteyê Bêrîvan Berzan Silo û endamên komîteyê Reşa Salih Remo, Ridwan Xelef El Îsa, Mihemed Mehmûd El Osman, Feysel Mihemed Osman û Sebah Cuma El Ebid pêk tê.