Li Sirbistanê, xwepêşandanên nerazîbûnê birêve çûn û bi dehan xwepêşander ji aliyê Polîsan ve hatin girtin.
Li Sirbistanê xwepêşandan berdewam dikin û gelek kes hatin girtin
Li Pakistanê ji ber barana zêde lehî rabû. Di encamê de, zêdetirî 330 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li paytexta Cezayirê otobîsek wergeriya, 18 kesan jiyana xwe ji dest dan û 24 kesên din jî birîndar bûn.
Li Sûdanê ji ber nexweşiya kolêrayê yên di nava salekê de, 2 hezar û 470 kes mirin.
Hikûmeta Malî hewldanek darbeya leşkerî têk bir, bi dehan leşker hatin girtin, di nav girtiyan de 2 general hene.
Li Kantona Keşmîr a Hindistanê, ji ber barana zêde lehî rabû. Di encam de 46 kes mirin û 200 kesên din jî winda ne.
Di navbera Rûsya û Ûkraynayê de, pevguhertina dîlgirtiyên şer pêk hat. Ûkrayna ragihand ku 84 dîlgirtiyên şer yên ku Rûsyayê girtibûn, hatin berdan.