Êrîşên çedarên Hikûmeta Veguhêz ên li dijî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê heta vê sibehê niha berdewam dikin. Di encama êrîşan de, 7 kesan jiyana xwe ji dest dan û 46 kes jî birîndar bûn.
Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şer: 7 kuştî û 46 birîndar
Ji ber ambargoya li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, rêveberiya taxan ji bo 13 dibistanan navber da perwerdeyê. Her wiha dorpêça Hêzên Hikumeta Veguhêz ên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê berdewam e.
Li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê komên çekdar ên girêdayî Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê bi çekên giran êrîşî benda kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn kirin.
Komên çekdar ên girêdayî Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê, mezargeha şehîdên berxwedana Şêx Meqsûd û Eşrefiyê topbaran kirin.
Endamên hêzên Hikûmeta Veguhêz careke din bendên kontrolê daniye derdora her du taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê.
Tevî ku dorpêça ji aliyê Hikûmeta Veguhêz û komên girêdayî wê li ser her du taxên Helebê yên Kurd didome jî şaredariyê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê karê xwe ranewestandiye.
Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê binpêkirin berdewam dikin û careke din ji aliyê Hêzên Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê ve 2 ciwanên ji taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatin revandin.