Cîgirê Parêzgarê Hesekê û endamê ofîsa cîbicîkar ji bo fatoreyên genim bi cotkaran re civîyan

Ji bo çareserkirina pirsgirêka derengketina dayîna fatoreyên genim, Cîgirê Parêzgarê Hesekê Ehmed Elhîlalî îro civîneke lezgîn bi cotkaran re pêk anî.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Krîza derengketin fatoreyên genim û dabeşkirina pereyan li ser beşan a li parêzgeha Hesekê, ku nêzîkî du mehan e barê cotkaran girîn kiriye, îro ket qonaxeke nû ya çareseriyê. Cîgirê Parêzgarê Hesekê Ehmed Elhîlalî îro rasterast bi cotkar û nûnerên wan re civiya.

Cotkaran di civînê de anîn ziman ku dabeşkirina pereyan li ser beşan û derengketina mûçeyên wan, rê li ber amadekariyên werza nû ya çandiniyê girtiye, ji ber ku ew niha hewcedarê drav in daku da ku pêdiviyên sala çandniyê ya nû peyda bikin.

Derbarê encamên civînê û hewlên parêzgehê de, Endamê Ofîsa Cîbicîkar ê Parêzgeha Hesekê Xalid Ibrahîm daxuyaniyeke da. Ibrahîm destnîşan kir ku nîqaş û hevdîtinên wan ên astbilind ji bo çareserkirina vê pirsgirêka drav û siyûleyê berdewam dikin.

Xalid Ibrahîm destnîşan kir ku hinek sozên fermî hatine dayîn ku di nava vê mehê de pirsgirêk bi yekcarî were çareserkirin û hemû fatoreyên derengketî yên cotkaran bi tamî werin serfkirin.

Tê çaverêkirin ku ev biryar zexteke mezin ji ser milê cotkarên herêmê rake û pêvajoya çandiniya werza nû hêsan bike.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye