BANGA DÎROKÎ YA RÊBERÊ GELÊ KURD DI ÇAPEMENIYA CÎHAN Û HERÊMÊ DE DENG VEDA

Banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bidîmen di çapemeniyê de deng veda. Bi dehan dezgehên ragihandinê banga Rêberê Kurd bi sernavên cur be cur weşandin.

reset font size increase font size

Banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd de qonaxeke nû da despêkirin, di çapemeniya cîhan û Rojhilata Navîn de ciheke giring girt. 

Ajansa Reutersê, diyar kir ku Abdullah Ocalan banga derbasbûna ber bi siyaseta demokratîk ve kiriye. Di nûçeyê de biryara kongreya PKK’ê weke “kêliyeke dîrokî” hate nirxandin û balkişand ser pêşniyara Abdullah Ocalan a ji bo avakirina komîsyoneke li Meclisê ku pêvajoyê kontrol bike. 
 
Weşangera cemaweriyê ya Fransayê Radio France Internationale (RFI) jî bi sernavê “Rêberê PKK’ê ragihand ku dê bêçekbûn bilez bikeve meriyetê” . Her wiha cih da van gotinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan: “Ev wê bi dildarî bibe bidawîkirina şerê çekdarî û derbasbûna qonaxa hiqûqî û siyaseta demokratîk.Têkildarî berdana çekan wê rê û rêbaz bêne nîşandan û bi lezgînî werin pratîzekirin.” 
 
BBC’yê jî di nûçeya xwe de gotinên Abdullah Ocalan ên “Çareseriya bêçek” û “derbasbûna qonaxa siyaseta demokratîk” derxist pêş. 
 
The Independentê jî bal kişand ser gotina Ocalan a ji bo avakirina komîsyona li Meclisê û cih da van gotinên Ocalan: “Ne bi çek, lê baweriya min bi siyaset û aştiya civakî tê û ez bang li we dikim ku hûn vê rêgeze pratîze bikin.” 
 
Platforma nûçe û analîzan Devdiscourse jî di nûçeya bi sernava “Ocalan banga veguherîna demokratîk kir, têkoşîna çekdarî ya PKK’ê bi dawî bû” weşand û bal kişand ser avakirina komîsyona li Meclisê. 
 
Euronews’ê jî di nûçeya xwe de got ku pêvajoya bêçekbûnê dê di demekî herî nêz de dest pê bike. 
 
The Jarusalem Post û The Strait Timesê jî di nûçeyên xwe de bal kişand ser têgeha Abdullah Ocalan a “derbasbûna qonaxa siyaseta demokratîk”.
 
Banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di çapemeniya Erebî de  jî wiha cih girt:

Kanala El Arabiya bi sernavê; Ocalan bang li Partiya Karkerên Kurdistanê dike ku "veguherînekê ber bi siyaseta demokratîk ve bike."

Ajansa France-Presse; Bêçekkirina PKK’ê dê "zû" pêk were" cih da bangê Rêberê gelê Kurd.

Rojnameya El Axbar; Ocalan: Stratejiya şerê rizgariyê bi dawî bû û PKK dev ji avakirina netewedewletekê berda" 

Platforma Lebanon24; Ocalan: Avakirina çarçoveyeke siyasî ji bo pêvajoya aştiyê ya di navbera PKK û Tirkiyeyê de girîng e.

Beirut International; Ocalan bidawîbûna têkoşîna çekdarî ragihand û daxwaza veguherîneke demokratîk a berfireh kir.

Sky News Arabia; Ocalan "dawiya têkoşîna çekdarî" li dijî Tirkiyeyê ragihand.

û Al Jazeera ji bi bi sernavê; Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan: Veguhastina me bo qonaxa qanûnî û siyaseta demokratîk serkeftineke dîrokî ye" cih da banga dirokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Her wih banga Dîrokî ya Rêberê gelê Kurd abdullah Ocalan di gelek dezgahên çapmeniya Kurdistanî, herêmî û tevnên medya dijîtal de ciheke giring girt. 

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24