Nûnerê Trump li Rojhilata Navîn Steve Wittkopf di peyamekê de ji bo gelê Îranê got: "Hûn gelekî wêrek in, em jî li kêleka we ne."
Wittkopf: Em li kêleka gelê Îranê ne
Rêxistina Mafê Mirovan HRANA'yê nasnameya 13 xwepêşandêrên Kurd ku li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê dewleta Îranê ve hatine kuştin eşkere kir.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Îraqçî, Serokê Amerîkayê Donald Trump, hişyar kir ku xeletiya meha hezîranê dubare neke.
Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ew hatiye agahdarkirin ku kuştinên li Îranê, hatine rawestandin. Li gorî IHR'ê, 3 hezar û 428 xwepêşandêr ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve, hatine kuştin.
DYA'yê hişyarî da xebatkarên xwe yên li Baregeha Hewayî ya El Udeid a Qeterê ku heta êvara Çarşemê ji wir derkevin, ji ber ku tê payîn ku mudaxileyeke gengaz li xwepêşandanên Îranê çêbibe.
HRANA`yê ragihand ku hejmara kesên ku di xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de hatine kuştin, gihîştiye 2 hezar û 571 kesan.
Di roja 17'emîn a xwepêşandanên li Îranê de herî kêm 505 xwepêşander hatine qetilkirin û zêdetirî 10 hezar kes hatine binçavkirin.