Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Esed Şeybanî re civiyan

Fermdarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve, Îlham Ehmed îro çûn Şamê û bi Wezîrê Derve yê Sûriyê Esed Şeybanî re civiyan.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hat Nûkirin: Li gorî ajansa ANHA`yê ku xwe dispêre çavkaniyeke taybet, Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed ji bo bi rayedarên hikûmeta Sûriyê re hevdîtinê bikin çûn Şamê.

ANHA'yê da xuyakirin ku ev serdan di çarçoveya gotûbêjkirina çend mijarên girêdayî pêvajoya entegrasyonê pêk tê.

Li gorî heman çavkaniyê Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Derve yê Sûriyê Esed Şeybanî re civiyane. 

Beriya niha jî Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed serdana Şamê kirbû û bi serokê Sûriyê Ehmed Şera û Wezîrê Derve yê Sûriyê Esed Şeybanî re civiyabûn.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye