Tîma Serdem di sala 2016’an de hatiye damezirandin.
Ev tîm bi vîn, hezkirin û berxwedaneke mezin a xebata werzîşê li Rojavayê Kurdistanê dide meşandin.
Tîma Serdem roja duşemê ragihand ku bi fermî ew weke endamekî di yekîtiya Sporê ya Sûriyê de hat qebûlkirin.
Rêveberê tîma Serdem Elî Sîtî diyar kir piştî qebûlkirina yaneyê di nava yekîtiya Sûriyê de, ew amadekariyan dikin ji bo ku beşdarî lîga Sûriyê ya 2026-2027'an bibin.